Opozîsyon bo Pedersen: Proseya siyasî ne tenê nivîsandina destûrê ye

Şandeyê Navdewletî yê Taybet ji bo Sûriyê Geir Pedersen li Stenbolê bi serkirdeyên Îtîlafê re civiya
Civîna Geir Pedersen bi şandeya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê -  Stenbol 14/9/2021
Civîna Geir Pedersen bi şandeya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê - Stenbol 14/9/2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Navdewletî yê Taybet ji bo Sûriyê Geir Pedersen bi armanca lidarxistina gereke nû yên xebatên Komîteya Destûrê, li Stenbolê bi serkirdeyên Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) civiya.

Pedersen li Stenbolê bi serokê Îtîlafê Salim Mislet, Serokê Komîteya Danûstandinan Anes El-Ebdê û Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Îtîlafê Ebulehed Istêfo re hevdîtin kir û bi riya vîdyokonferansê, Hevserokê Komîteya Destûrê ya Opozîsyonê Hadî el-Bahra beşdarî civînê bû.

Piştî civînê, Serokê Desteya Danûstandinan Enes El-Ebdê li twittera xwe belav kir, “Em bi Şandeyê Taybet bo Sûriyê re civiyan, da ku me agahdarî encamên dawîn ên proseya siyasî û astengiyên li pêş wê bike.”

El-Ebdê diyar kir, wan di civînê de tekezî li ser girîngiya cibicîkirina temam a biryara navdewletî (2254) û berdana girtiyên siyasî kirin, ji ber ku mana wan di girtîgehan de, li pêş proseya siyasî dibe astengî.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Îtîlafê Salim Mislet li Twittera xwe nivîsî û diyar kir, Gier Pedersen behsa encamên serdana xwe ji bo Sûriyê û hewlên ji bo pêşvebirina proseya siyasî kirin.”

Mislet diyar kir, “Me bi riya Şandeyê Navdewletî re daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku proseya siyasî tenê bi nivîsandina destûrê sînordar neke, lê belê divê riyên ji bo veguhastina siyasî li gor biryara navdewletî (2254) veke.”

Berî çend rojan, Pedersen serdana Şamê kiribû û bi berpirsên rejîma Sûrîyê re civiyabû ku hewl dide gereke nû ya xebatên Komîteya Destûra Sûrîyê li dar bixe.

Heta niha pênc gerên xebatên Komîteya Destûrî li bajarê Cenevê yê Swîsreyê hatine birêve çûne. Li gor şopîneran, ji ber helwestên rejîmê ku red dike bikeve nav karên nivîsandina destûrê, ew ger bi ser neketin.