Nevzat Bîngol: Armanc ji daxistina benda ji sedî 10 HDP û MHP ye

Nevzat Bîngol: Tê xwestin HDP ji bo bendê bi tifaqa Millet ve girêdayî nemîne
author_image Mahîr Yuksel
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê Tifaqa Cûmhûr ji bo ku benda hilbijartinê bibe %7 li hev kir. Vê yekê bi xwe re nîqaşên siyasî jî derxisti holê. Çavdêrên siyasî dibêjin dê bi vê gavê metirsiya HDP ya bende nemîne û dê ji Tifaqa Millet dûr bikeve. HDP dibêje gava daxistina bendê ne armnca sereke ye dê Ak Partî guherînên din di qanuna hilbijartinê de bike û rê bo vê yekê vedike.

Benda Hilbijartinê ya Tirkiyeyê ku piştî derbeya leşkeri ya 1980yê di sala 1983yê de wek %10 hatibû destnîşankirin piştî 38 ji aliyê Ak Partî û MHPê ve amadekarî tên kirin ku bibe %7. Bi vê yekê re jî niqaşên siyasî ser hevsengiyên tifaqê derketin holê. Çavdêrên siyasî dibêjin armanca daxistina benda hilbijartinê li aliyekê Tifaqa Millet e û li aliyekê jî sûdê dide partiyên Tifaqa Cûmhûr. Çavdêrê Siyasî Nevzat Bîngol di wê baweriyê de ye ku Ak Partî ji boo berjewendiyên xwe yê siyasî qanuna hilbijartinê diguherîne lê dê nekaribe bigihîje armanca xwe.

Çavdêrê siyasî Nevzat Bîngol ji K24ê re got: “Desthilat bi gavê hem dixwaze MHP di bin bendê nemîne hem jî dixwaze HDP bo derbasbunê bende mehkumê tifaqa millet nebe. Lê ez bawer nakim ku dengdêrên Kurd ji aliyê birêz Erdogan helwest nîşan bide. Birêz Demîrtaş jî bi ya min nêrînek rast nîşan daye û balê dikêşe ser giringiya denge Kurdan. Min berê jî gotibû, Eger Ocalan ji girtîgehê derkeve û bi awayeke eşkere bang Kurdan bike ku denge xwe bidin Erdogan dê Kurd ya Ocalan nekin, dê biya Demîrtaş bikin.”

Hevsererokê Berê Yê HDPê ku di zindanê de ye Selahaddîn Demîrtaş din ava nîqaşên daxistina benda hilbijartinê de daxuyaniyek belav kir û amaje kir ku yên bi helwesteke ciddî nêzîkî HDPê nebin dê têk biçe. Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçşier jî anî zimên ku Demîrtaş balê dikêşe ser helwesta opozîsyonê ya çareseriya pirsa Kurd û Ak Partî jî bi guhertina qanuna hilbijartinê dixwaze rê li ber guherînên din veke.

Parlemnterê HDPê Îmam Taşçier dibêje: “Erdogan dizane dê denge Ak Partî û MHPê têrê nekin ku hilbijartina serokomariyê de bi ser bikevin. Ji ber wê yekê dixwazin pergala hilbijartinê bi qanuna hilbijartinê bidin guherîn, ji ber wê yekê jî benda hilbijartinê derdixin pêş lê paşê dê guherînên nû bikin û armanca wan jî ew e. Gotinên birêz Demîrtaş jî ji desthilat û muxalafetê re peyam in ku hember pirsa Kurd helwesta xwe zelal bikin.”

Nêrînek din a HDPê derbarê daxistina benda hilbijartinê de jî ew e ku tê amajekirin benda hilbijartinê astengiya pêşiya Kurdan bû ji ber ku HDP ji sala 2015an ve di hemu hilbijatinan de %10ê derbas bûye êdî ti wateya bende nemaye û ji ber hat daxistin. Çavdêrê siyasî jî dibêjin di hilbijartina Sitenbolê de hat dîtin dengên Kurdan wek mifteyê ne ji ber wê jî bend çiqas be jî dê her aliyek bixwaze denge Kurdan bistîne.