Fazil Mîranî: PDK di hilbijartinan de wek partiya yekem a Iraqê dimîne

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî tekez dike, yekrêziya navmala Kurdî li Bexdayê, dikare mafên Kurdan biparêze.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, di hilbijartinên borî de PDK, partiya yekem bû, vê carê jî wek partiya yekem dimîne. Tekez kir jî, yekrêziya navmala Kurdî li Bexdayê, dikare mafên Kurdan biparêze.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî derbarê danûstandin û rêkeftina aliyên siyasî piştî hilbijartinan de ji K24ê re ragihand, “Encamên hilbijartinan diyar dike, kî dê bi kê re bicive. PDK cara borî partiya yekem bû, bi ya xwedê vê carê jî wek partiya yekem dimîne.”

Fazil Mîranî got: “Iraq ji pêkhate û mezhebên cuda pêk hatiye. Serederiya me wek Kurd û Kurdistanê bi Bexdayê re, ne bi hejmara kursiyan e. Em netewa duyemîn a Iraqê ne, eger em hemû bi hev re bin, em ê bihêz bin û aliyê din dê hesaba me bike, lê eger em cuda cuda bin, aliyê din dê bi zihniyeta xwe serederiyê bi me re bikin, ji ber ku pirsgirêka me bi Iraqê re, ne pirsgirêka nav, partî û mezheb e, lê belê pirsgirêka zihniyetê ye, ew li gor zihniyeta xwe bi me re serederiyê dikin.”