Li bajarê Babê “hicab” li hemû xwendekarên keç tê ferzkirin

Rêveberiya Perwerdeyê ya opozîsyona Sûriyê li bajarê Babê hîcabê li xwendekarên keç ferz dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Perwerdeyê yê opozîsyona Sûriyê li bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê, bi biryarekê hîcabê li xwendekarên keç ferz dike.

Rêveberiya Perwerdeyê yê opozîsyona Sûriyê li bajarê Babê di daxuyaniyekê de ragihand, divê hemû xwendekarên keç hîcaba bi rengê sipî bidin serê xwe û nabe xwe bixemilînin.

Rêveberiya Perwerdeyê li bajarê Babê, ser bi Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê ve ye û ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê piştevanîkirin. 

Ev biryara sepandina hîcabê li ser xwendekarên keç li bajarê Babê, gelek karvedan ji aliyê çalakvanan li pişt xwe anîne. Çalakvan dibêjin, opozîsyona Sûriyê dixwaze sîstemeke wek ya Talîbanê li herêmên xwe bisepîne.

Herêmên Kurdî Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê jî  ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin. Çalakvanên Kurd jî metirsiyên xwe venaşêrin û dibêjin, eger ev biryar li herêmên Kurdî were ferz kirin, ev dibe destdirêjiyek li ser çand û kultura herêmên Kurdî û binpêkirina mafên bingehîn ên azadiya ol, derbirîn û taybetmendiya kesane.

Biryara Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Babê
Biryara Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Babê