Berhema mela Mistefayî ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ hat çapkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Her ku lêkolînên li ser zimanê Kurdî berfireh dibin, berhemên nû yên raboriyê jî li pirtûkxaneyên Kurdî zêde dibin. Lêkolînerên Weqfa Mezopotamya jî berhemên ji arşîva Alexsander Jabayî ji bo xwînerên Kurdî vedilokin. Herî dawî jî berhema Mela Mistefayî ya bi navê ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ bi latînî hat çapkirin.

Berhema Mela Mistefayî ya ‘Rahênanên zimanê Kurdî’ ji aliyê lêkolîner Mikaîl Bulbul û Mustafa Ozturk ve hat latînîze kirin û bi nirxandinan, ji weqfa Mezopotamyayê hat çap kirin. Berhema ku di sala 1860’an de ji bo pratîkên fêrbûna zimanê Kurdî hatiye nivîsandin, ji arşîna Alexsandir Jaba li pirtûkxaneyên Kurdî hat zêdekirin.

Kordînatorê Akademîk ê Waqfa Mezopotamyayê û lêkolînerê Kurd Mikaîl Bulbul balê kişand ku arşîveke bihêz ya Kurdolojî li Rusyayê heye û ew jî wek Weqfa Mezopotamya demeke dirêje, ji wê arşîvê û bi taybet jî, ji arşîva Nivîskar û lêkolîner Alexsander Jaba berhemên ku kêm tên zanîn û nasîn, çap dikin. Beriya berhema Mela Mistefayî jî, ji koleksiyona A. Jaba berhemên Mela Mehmûdê Bazidî yên :’Rêzimana Zimanê Kurdî’ û ‘Kêşana Karên Kurdî’ jî ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatine çap kirin.

Akademisyen û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Dr.Mıkaîl Bulbul ji K24ê re got :”Ji koleksiyana destxetên ango destnivîsên Alexsander Jaba me gelek berhemên ku haya kesî jê tunebûn me peyda kir. Rahênanên Zimanê Kurdî yanî ekzersizên zimanê Kurdî , ji bo fêrkirina Kurdî hatiye nivîsandin û girîngiya van xebatan ew e ku ji bo tarîxa xebatên zimanê Kurdî gelek girîng in. Dema ku xebatên wiha nû derdikebin, tarîxa xebatan diguhere. Mesela haya kesî zêde ji van xebatan tunebû. Loma jî girîng bû ku ji koleksiyona A. Jaba peyda bûn. 54 dosye û 69 berhem derketin. Em jî xebatên xwe li ser wan dimeşînin.”

Mikaîl Bulbul bal kişand ku Kurdî yek jî dewlemendtirîn zimanên cîhanê ye û bi lêkolînên nû jî ew rastî pişt rast dibe.

Akademisyen û Lêkolînerê Kurd Dr. Mikaîl Bulbul, da zanîn ku berhema Mela Mistefayî ya  rahênanên zimanê Kurdî ji bo Alexsander Jaba fêrî Kurdî bike hatiye nîvîsîn û teqrîben ji 800 ekzersizên Kurdî pêktê û li ser mijarên wek dem, rawe û avahiyê mînaq hatine dayîn.

Dr. Mikaîl Bulbul dibêje: “Bi rastî ne tenê ev xebat, her xebateke nû ku li pirtûkxaneyên Kurdî zêde dibe em pê kêfxweş dibin. Zimanekî wiha ku 100 sal berê, ji Farisî û Erebî ne kêmtir bû ku gelekî astengî jê re çêbûne, gelek polîtîqayên pişaftin û qedexe kirinê bi ser de hatine sepandin. Lê Kurd îro di xebatên zimanî de ketine proseseke vejînê. Her berhemekî ku lê zêde dibe pirtûkxaneya Kurdî jî dewlementir dike û em jî kêfxweş dibin.”

Xebata Berhema Mela Mistefayî ya Rahênanên Zimanê Kurdî, ji bo rihê Prof. Dr. Qedrî Yildirim ku 26’ê Adarê de koça dawî kiribû hatiye diyarî kirin.