Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1178 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1178 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1178 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 378 kes li Hewlêrê, 388 kes li Silêmaniyê, 308 kes li Duhokê, 36 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê û 21 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1430 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 700 kes li Hewlêrê, 339 kes li Silêmaniyê, 244 kes li Duhokê, 50 kes li Helebceyê,66 kes li Germiyanê û 31 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 314302

Mirin: 5641

Başbûn: 279348

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.