Financial Times: Serokê Çînê red kiriye ku Biden bibîne

"Biden pêşniyara civînekê daniye ber Serokê Çînê, lê çaverê nedikir ku yekser bersivekê werbigire."

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Joe Biden red kir ku hevtayê wî yê Çînê Xi Jinping hefteya borî daxwaza Biden bo hevdîtineke rûbirû qebûl nekiriye.

Rojnameya Financial Times di raportekê de li ser zarê çend kesan ragihandibû ku di peywendiya telefonî di navbera herdu serokan de hefteya borî, serokê Çînê daxwaza Biden qebûl nekiribû, li şûnê wê rijd bû ku Washington helwêsta xwe hember Beijingê nerm bike.

Lêbelê Biden di bersiva pirsa rojnamevanan de derbarê vê mijarê got ku “ev yek ne rast e.”

Şêwirmendê ewlekariya niştimanî yê Biden, Jake Sullivan, di daxuyaniyekê de got ku ew raport “ne rast û durist ya peywendiyê bû.”

Lêbelê çavkaniyek ku di nav kesên ku haya wan ji peywendiyê hebû de, piştrast kir ku raport durist bû.

Çavkaniyê ji ajansa Rueters re eşkere kir ku “Xi Jinping diyar kir ku divê pêşî atmosfera têkiliyê were başkirin.”

Balyozxaneya Çînê li Washington derbarê vê mijarê bersiva ajansa Reuters neda.

Financial Times li ser zarê yek ji çakvaniyên xwe gotîbû ku Biden hilcivîn aniye zimên wekî yek ji çend egeran bo berdewamkirina danûstandinê ligel Xi Jinping û wî çaverê nedikir ku yekser bersivekê werbigire.

Rojnameyê herwiha li ser zarê karbidestekî Amerîkî ragihandibû ku Xi Jinping ji bo hizra pêkanîna hilcivînekê nîqaş nekiribû û Koşka Spî bawer dike ev jî heta radeyekê ji ber xembariyên girêdayî Covid-19 ye.

Axaftin li ser hilcivîna G20 ku meha bê li Îtalyayê lidar dikeve, hatiye kirin wekî cihekî pêkan e ji bo kombûneke rûbirû di navbera herdu rêberan de, lê Xi Jinping ji dema destpêkirina pandemiya Koronayê sala borî ve ji Çînê derneketiye.