Talîban çarenûsa pereyên ku li malên rayedarên berê dîtin diyar kir

Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê ragihand; hemû wan pereyên ku li malên rayedarên berê yên Efxanistanê dîtine, vegerandine Banka Navendî ya Efxanistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê ragihand; hemû wan pereyên ku li malên rayedarên berê yên Efxanistanê dîtine, vegerandine Banka Navendî ya Efxanistanê.

Îro li ser hesabê fermî yê Tevgera Talîban yê medyaya civakî ya Twitterê hat ragihandin; heta îro bi qasî 12 milyon û 368 hezar û 246 dolarên amerîkî li mala Cîgirê berê yê Serokê reviyayî yê Efxanistanê Emrullah Salih û rayedarên din, dest bi ser de hatiye danîn.

Herwiha hatiye diyarkirin ku hemû wan pere û zêr û kelûpelên giranbiha yên ku dest bi ser wan de hatiye danîn, vedigerînin Banka Navendî ya Efxanistanê.

Li aliyê din, Banka Navendî ya Efxanistanê biryar da; êdî hemû danûstandinên bazirganî û diravî bi pereyên welatê xwe bike û di danûstandinê de diravên biyanî bi kar neyne, wek hewldanek ji bo vegerandina qîmeta dirava niştimanî ya welatê xwe.