PSG.. Wekheviyek bi çêja şikestinê

Her sê stêrên PSG: Messi, Neymar û Mbappe
Her sê stêrên PSG: Messi, Neymar û Mbappe

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja duyem a lîstikên gera yekemîn a koman a Champions League de, ji bilî wekheviya bi çêja şikestinê ya PSG, tîmên din erkên xwe cibicî anîn û ti encamên çaverênekirî rû nedan.

Di çarçoveya Koma (A) de, Tîma Club Brugge a Belcîka şeva borî mêvandariya Paris Saint-Germain a Fransî kir û bi encama (1 – 1) wekhev man.

Ander Herrera di xuleka (15) de gala tekane ya PSG tomar kir, piştre jî Hans Vanaken di xuleka (27) de gola wekheviyê ya Club Brugge tomar kir.

Di lîstikeke din a koma (B) de tîma Liverpool mêvandariya AC Milan kir û bi encama (3 - 2) bi ser ket.

Golên Liverpoolê di xulekên (9, 49, 69) de bi riya Trent Alexander–Arnold, Mohamed Salah û Jordan Henderson hatin tomarkirin.

AC Milan jî golên xwe di xulekên (42 û 44) de 2 gol bi riya Ante Rebic û Brahim Diaz tomar kirin.

Encamên lîstikên din jî wiha bûn:

Beşiktaş (0 -2) Borussia Dortmund

Sheriff (2 - 0) Shakhtar Donetsk

Manchester City (6 - 3) Leipzig

Atletico Madrid (0 - 0) Porto

Sporting Lizbon (1 - 5) Ajax

Inter Milan (0 - 1) Real Madrid