Yûnês Şêx Nasan pirtûkeke lêkolînê di warê zimanê Kurdî de çap kir

Lêkolînerê Kurd Yûnês Şêx Nasan pirtûka “Pirzimanî û Veguhastina di Navbera Zimanan de” çap kir
Lêkolîner Yûnês Şêx Nasan
Lêkolîner Yûnês Şêx Nasan

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û lêkolînerê Kurd ê Efrînî Yûnês Şêx Nasan yekem pirtûka xwe ya lêkolîna li ser zimanê Kurdî bi navnîşana “Pirzimanî û Veguhastina di Navbera Zimanan de” çap kir.

Pirtûka “Pirzimanî û Veguhastina di Navbera Zimanan de” a Lêkolînerê di warê zimanê Kurdî de Yûnis Şêx Nasan ji aliyê weşanxaneya SerSera li Almanyayê hat çapkirin.

Lêkolîner Yûnês Şêx Nasan li ser vê pirtûka xwe ji K24ê re got: “Ev pirtûk lêkolînek zimanzanî ye li ser herdu diyardeyên pirzimanî, anku kesê ku bêtir ji zimanekî dizane û diyardeya veguhastinê anku guherîn û çûnûhatina di navbera zimanan û zaravayên wan de ye.”

Herwiha got: “Ev lêkolîn bi giştî li ser cure, hoker, sedem û encamên herdu diyardeyên navborî radiweste û bi taybetî li ser civaka Efrînî ya pirzimanî ya bi herdu zimanan dipeyive; zimanê Kurdî wek zimanê yekem yê dayikê û zimanê Erebî wek zimanê duyem û fermî.”

Yûnês Şêx Nasan di sala 1978 li bajarê Efrînê ji dayik bûye. Her sê qonaxên xwendina seretayî, navîn û lîseyê li bajarê Efrînê qedandine. Sala 2004an ji fakulteya Ziman û Wêjeya Îngilîzî derçûye. Salên 2006 - 2008an jî xwendina bilind bi zimanê Îngilîzî di warê zimanzaniyê de xwendiye.

Lêkolîner Yûnês Şêx Nasan dibêje: “Xewna min her tim rûbirûkirin û berhevdana xalên hevbeş û nakok di navbera wêje û hemû aliyên zimanê Kurdî û Înglîzî bû û min gelek kar û xebat di wî warî de kirine.

Gelek nivîs û lêkolînên di warê zimanzanîyê de nivîsandine û di pirtûkek neçapkirî de bi navê “Hin Mijar û Diyardeyên Zimanzanî“ berhev kirine.

Herwiha Yûnês Şêx Nasan diyar dike, wî gelek pend û gotinên pêşiyan û biwêjan ji Çiyayê Kurmênc kom kirine û lêkolînek li ser çêkiriye.