Hişkesaliyê bandor li berhemanîna behîvan jî kir

kurdistan24.net

Diyarbekirê (K24) – Li Diyarbekirê cotkariya behîvan ku 10 sal in tê kirin û sal bi sal berfirehtir dibe û niha li ser 4 hezar doniman cotkariya behîvan tê kirin. Lê îsal hişkesaliyê bandoreke neyînî li berhemanîna behîvan jî kir û kalîteya behîvan daket. Cotkar dibêjin; ji ber hişkesaliyê îsal ew incex bikaribin lêçûnên xwe derxînin.

Li Diyarbekirê bi taybetî li navçeya Gêlê ji beriya 10 salan cotkariya behîvan dest pê kiriye. Sal bi sal cotkariya behîvan li navçeyê berfirehtir bû. Niha tenê li Gêlê li ser 4 hezar donim cotkariya behîvan tê kirin. Salane ji 50 tonan zêdetir behîv tên berhemanîn. Lê îsal ji ber hişkesaliyê berhemanîna behîvan li gorî salên berê kêmtir e. Mustafa Akkul hevserokê şaredariya Gêlê bû lê piştî ji erkê xwe hat dûrxistin dest bi cotkariya behîvan kiriye. Ew dibêje: Îsal ji ber hişkesaliyê berhemanîn kêm e.

Mustafa Akkul ji K24ê re got: “Li Gêlê nêzî 400-500 hezar darên behîvan hene. Îsal baş bû lê baran gelek tune bû. Libên wan gelek mezin nebûn lê belê îsal cotkariya wan zêdetir hat kirin. Niha karkar di nav zeviyan de kom dikin.”

Cotkariya behîvan ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê ya Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin. Wezaret şitlên darên behîvan hîbe dike. Her dîsa Parêzgeriya Diyarbekirê jî sala 2021an wekî sala Sala Fêkiyên Qalikhişk ragihand. Parêzgerî hem amûran hem jî şitlên behîvan dide cotkaran. Bi vê piştgiriyê tê xwestin ku Diyarbekir bibe yek ji navendên cotkariya behîvan. Cotkar dibêjin; ew ji piştgiriyê keyfxweş in lêbelê ji ber mesrefên zêde dahata ji behîvan nabe heqê ked û zehmetiyên wan.

Cotkar Remezan Guzel dibêje: “150 darên me hebûn. Par ji van daran me nêzîkî toneke behîv kom kir lê îsal kêm in, incez 500 kîlo em kom bikin. Biha hêj ne diyar e, par me kîlo bi 60 lîreyan da. Dikandar difirşin 100 lîreyî. Biha ji me re kêm e. Ev karek zehmet e. Di vê germê de em diweşînin, paqij dikin û hazir dikin. Zehmet e.”

Behîvên ku ji nav zeviyên tên berhevkirin ji bo kargehê tên veguhestin û li kargehan ji qalikên wan tên cudakirin û ji bo firotinê tên amadekirin. Li vê kargehê kîloya behîvan bi lîre û nîvê ji qalikan tên derxistin. Behîvên sax û yên qet ji hev tên cudakirin. Kîloya behîvên sax bi tevahî bi 60 lîreyî tên firotin. Lê li bazarê kîloya behîvan nêzî 100 lîreyî ye. Xwediyê kargehê Bîlal Karakoç dibêje; ew zehmetiyên dikişînin lê belê dikandar ji wan zêdetir kar dikin.

Bilal Karakoç dibêje: “Em ewil behîvan ji nav baxçeyî kom dikin, li derve em kalikên wan yên kesk jê dikin. Da ku ziwa bibin 3-4 rojan li ber tavê dihêlin. Piştî ku ziwa bûn, bi kîsan em tînin vir û kalikên wan dişkênin û dendikan jê derdixin. Dûv re em teslîmî xwediyên wan dikin.”

Cotkar dibêjin; ji ber hişkesaliyê îsal berhemanîna behîvan kêm bû divê dewlet derfetên avdaniyê li navçeyê zêdetir bike. Serokê Giştî yê berê yê Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) Refîk Karakoç bi birayê xwe re li navçeya Gêlê yekem car cotkariya behîvan da destpêkirin. Karakoç dibêje; axa Gêlê ji bo cotkariya behîvan gelek guncav e lê îsal ji ber kêmbarîna baranê libên behîvan piçûk ma.

Refîk Karakoç got: “Cara ewilî min û kekê xwe me dest pê kir. Erdê me ji bo cotkariya behîvan baştirîn erd e.Ev der çiyayî ye, erd têr kevir e. Ev ji bo behîvan baş e. Behîr zêde avê naxwaze û li cihên ku kevir lê zêde ne digihin. Lêbelê îsal baran kêm bû, behîv piçûk man. Ew jî ji bo me astengî ye lê qismetê me çi be ew e. Ev ji mehekê zêdetir e ku em dişixulin. 40-50 xebatkarên me niha di nav zeviyê de dixebtin.

Parêzgerê Diyarbekirê Munîr Karaloglu da zanîn ku; ew dê li Diyarbekirê di heyama 2021-2022an de 5 hezar û 500 donim baxçeyên nû yên fêkiyên qalikhişk amade bikin. Armanc ji cotkariya behîvan ew e ku heta dawiya sala 2023an li ser 45 hezar doniman cotkariya fêkiyên qalikhişk bê kirin û Diyarbekir bibe yek ji navendên behîv, fisteq û gûzan.