Li devera Barzan sîstema berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê hat danîn

Li navçeya Rêzan a ser bi devera Barzan wêstgeha herî mezin a berhemanîna elektrîkê ji tîrêjên rojê hat danîn.
Wêstgeha herî mezin a berhemanîna elektrîkê ji tîrêjên rojê hat danîn
Wêstgeha herî mezin a berhemanîna elektrîkê ji tîrêjên rojê hat danîn

Hewlêr (K24) – Li navçeya Rêzan a ser bi devera Barzan wêstgeha herî mezin a berhemanîna elektrîkê ji tîrêjên rojê hat danîn û di projeyê de zêdetirî 3 hezar û 840 panelên wergirtina tîrêjên rojê hatin bikaranîn.

Endezyar Cemal Ebdullah ku serperiştiya projeyê dike, ji K24ê re ragihand; ev proje ji 3 hezar û 840 panelên komkirina tîrêjên rojê pêk tê, ku gelek alîkariya jîngehê dike li vê deverê.

Cemal Ebdullah destnîşan kir: “Ji bo hinek projeyên geştyarî ku li vê derê hatine çêkirin, me xwest ev proje xizmeta jîngeha deverê bike, ku bi awayekî rasterast elektrîka wê ya zêde diçe nav elektrîka niştimanî.”

Ebdullah diyar kir ku eger bixwazin vê elektrîkê bi rêya jenerator û gazê berhem bînin, nêzîkî 800 ton CO2 diçe nav jîngehê, ku bandoreke xirab li ser deverê dike.