Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Urdinê yê nû kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 16ê Îlona 2021ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Urdinê yê nû li Herêma Kurdistanê Fuad Xazir El Mecalî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê Urdinê yê nû kir û di erkên wî de hêviya serkeftinê jê re xwest ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê. Helwesta dostane ya Şah Ebdullah û Urdinê di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda cuda de, bilind nirxand.
Konsulê Giştî yê Urdinê spasiya hevkarî û hemahengiya saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ligel Konsulxaneya Urdinê û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.
