Zaxarova: Di demokrasiyê de Amerîka rêberê cîhanê nîne

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; îro Amerîka di warê demokrasiyê de rêber nîne û divê bi çareserkirina kêşeyên xwe ve mijûl bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; îro Amerîka di warê demokrasiyê de rêber nîne û divê bi çareserkirina kêşeyên xwe ve mijûl bibe.

Mariya Zaxarova diyar kir; hemû gel û welat divê bi çareserkirina kêşeyên xwe ve mijûl bibin. Eger welatekî mînak ji hemû aliyan ve hebe, dibe ku li ser ewên din biaxive.

Zaxarova destnîşan kir: “Îro êdî Amerîka li wê pêgehê nîne ku serokatî û rêberiya demokrasiya cîhanê bike.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje: “Divê Amerîka bi çareserkirina kêşeyên xwe ve mijûl bibe û em jî her yek ji me, bi pirsên xwe yên taybet ve mijûl in.”