Talîban daxwazek ji civaka navdewletî dike

Berdevkê Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahid daxwaz ji civaka navdewletî kir ku hikûmeta demkî ya Efxanistanê nas bikin.
Berdevkê Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahid
Berdevkê Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahid

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahid daxwaz ji civaka navdewletî kir ku hikûmeta demkî ya Efxanistanê nas bikin û serweta blokkirî yê welatê wan vegerînin.

Tevî ragihandina hikûmeta demkî ku postên wê bi wekalet têne birêvebirin, heta niha ti welatekî desthilata Talîbanê nas nekiriye.

Ev di demekê de ye ku Neteweyên Yekbûyî û şandên welatên cîhanê ligel nûnerên Talîban li Kabul û Dohaya paytexta Qeterê danûstandinan dikin.

Li aliyê din, Serokwezîrê Hikûmeta demkî ya Efxanistanê Mela Ebdulxenî Birader di hevdîtineke medyayî de red kir ku ti kêşe û nakokî di navbera endamên serkirdetî û rêbertiya Talîbanê de hebe.