Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Helebceyê alîkarî gihandin 550 malbatan
Helebce (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Helebceyê, alîkariyên mirovî gihandin 550 malbatên kêmdahat.
Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Helebceyê Karzan Selam ragihand; li sînorê Helbceyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî lîsteya navên wan malbatan amade kiriye, ku pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.
Karzan Selam diyar kir; li gor zanyariyên ku li ber destê me ne, li bajarê Helebceyê 293 malbat di bin xeta hejariyê de ne û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û îro alîkarî ji wan re hate gihandin.
Selam eşkere kir; bi giştî îro alîkarî bi ser 550 malbatên kêmdahat ên Helebceyê de hatine dabeşkirin û di alîkariyê de nêzîkî 30 kîlogram cûreyên xurekê hene.