Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir

Geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 17ê Îlona 2021ê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê hat kirin.

Di beşeke din a civînê de li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat axaftin, ku divê hilbijartineke pak û paqij birêve biçe, ku maf û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê desteber bike û bibe sedema seqamgîdiya rewşa Iraqê.

Dîmenek ji hevdîtinê