Li Tirkiyê biyanî ji niştecihên vî welatî zêdetir xaniyan dikirin

Li gor amarên fermî, xaniyên ji biyaniyan re hatine firotin li gor Tebaxa sala borî ji %50,7 zêde bû.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li gor amarên fermî di meha Tebaxê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara xaniyên hatine firotin ji %17 daket, lê xaniyên ji biyaniyan re hatine firotin li gor Tebaxa sala borî ji %50,7 zêdetir bû. Li gor şarezayên xanûberan ji ber zêdebûna nirxê dolar beramberî nirxê lîreyê Tirkiyê û beramberî kirîna xaniyek 250 hezar dolarî wergirtina mafê hemwelatitiya Tirkiyê mehên bê biyaniyan dê zêdetir xanî bikirin.

Li gor amarên fermî yên ji aliyê Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê ve hatine belavkirin di meha Tebaxa îsal de li gor heman meha sala borî li tevahiya vî welatî firotina xaniyan ji %17 daket, wek 141 hezar û 400 heb hat destnîşankirin.

Beramberî vê kêmbûnê xaniyên ji biyaniyan re hatine firotin di heman serdemê de li gor Tebaxa par ji %50,7 zêdetir bûye.

Farûq Qaradaxî yê xwediyê kompaniya xanûber li Stenbolê amaje dike ji ber hin guherînên li ser rêjeya faîzê, zêdebûna nirxê dolar ku kelûpelên avahîsazî pê tê kirîn û krîza aborî firotina xaniyan bo xelkê Tirkiyê kêmtir bûye.

Farûq Qaradaxî ji K24ê re diyar kir: “Krîza aborî ya ku niha li Tirkiyê berdewam dike wisa kir ku nirxê lîreyê Tirkiyê beramberî nirxê dolar kêmtir kir. Li gel vê li Tirkiyê gelek welatî ji bo kirîna xanî ji bankayan kredî dikêşînin ku sala borî rêjeya faîzê ya krediya bankayan ji %0,60 bû lê niha ev rêje niha nêzî ji %20 bûye. Yanê zêdebûna rêjeya faîz û krîza heyî xelkê Tirkiyê bi hêsanî nikare xanî bikire.”

Bi nêrîna pisporê kerta xanûber Hasan Aydinoglu, piştî biryara beramberî kirîna xaniyek bi 250 hezar dolarî wergirtina mafê hemwelatitiya Tirkiyê bi taybet xelkê Rojhilata Navîn û Ereb bo kirîna xaniyan meyla xwe dan ser Tirkiyê.

Hasan Aydinoglu ji K24ê re eşkere kir: “Berî her tiştî şêwaza rêveberiya Komara Tirkiyeyê û awantajên vî welatî bala xelkê biyanî dikêşîne ser xwe. Li gel vê bi veberhênaneke bi qasî 250 hezar dolarî kirîna xaniyekê biyaniyek bi hêsanî dikare bibe hemwelatiyê Tirkiyeyê. Ji ber vê, amarên xaniyên bo biyaniyan tên firotin zêde dibe û mehên bê jî bêguman ev reqema heyî dê hê zêdetir bibe.”

Li nav biyaniyan zêdetir Iraqî, Îranî, Rûsî û Afxanî ji Tirkiyê xanî kirîne. Li nav bajaran jî herî zêde li Stenbolê xanî bo biyaniyan hatine firotin.