Li Bane kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihand; roja 16ê vê mehê li deverên sînorî yên bajarokê Bane li parêzgeha Sine pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Mihemed Emîn Qadirî canê xwe ji dest da.

Ew kolberê han xelkê bajarokê Bane bûye.

Li gorî amaran, di heyama 8 mehên borî de herî kêm 8 kolber li devera Bane hatine kuştin.