Mesrûr Barzanî û Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Îlona 2021ê pêşwazî li Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê Viola von Cramon û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de, Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa kurteyek derbarê kar, çalakî û erkên şandeyê pêşkêş kir û diyar kir ku armanca wan çavdêrîkirina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ye. Tekez kir jî, erkê wan tenê çavdêrîkirin e û ew destêwerdanê di birêveçûna proseya hilbijartinê de nakin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî nirxandina rola girîng a Yekîtiya Ewropa di çavdêrîkirina hilbijartinan de, hêvî xwast ew prose bi awayekî aram û dadperwerane û dûr ji sextekarî û tundûtûjiyê birêve biçe, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Amedehiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiyeke pêwîst bi Şandeya Yekîtiya Ewropa re nîşan da.