Hilbijartinên Iraqê û sekna Kurd

Kurd24

10ê Cotmehê Iraq diçe, Hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê. Di hilbijartinan de aliyên Şîa, herçend bêguman dibin xwedî zorîneyê (zêdeyiyê), lê bi nakokiyên navxweyî diçin hilbijartinan. 4 aliyên sereke yên Şîa, li platforma Parlementoyê hevrikiya bidestanîn a zorîneyê dikin.

Hevpeymaniya Saîrûn (Bi serokatiya Muqteda El Sedr)

Hevpeymaniya Dewleta Yasa (Bi serokatiya Nûrî El Malikî)

Hevpeymaniya Fetih (Bi serokatiya Hadî El Amirî)

Hevpeymaniya Şepêla Hêza Niştimanî (Bi serokatiya Heyder El Abadî û Ammar El Hekîm)

Li gor şirovekaran tu aliyek ji wan, dê nikaribe zêdeyiya parlementerî li Parlementoyê bidest bixe, lê hevrikî liser – çi alî zêdetir parlementeran bidest bixe û bibe yekem hevpeymanî li Encûmena Nûneran e. Herweha ji niha ve, hevrikiya Serokwezîriyê li nav aliyan destpê kiriye.

Platfroma siyasî ya Iraqê, ji bernameyek nû ku bikaribe xwest û dazwazên xelkê Iraqê bicîh bîne, dûr e. Ezmûna her 4 hevpeymaniyan jî, ji alî xelkê Iraqê ve hatiye dîtin. Dibe, ku Hevpeymaniya Sairûn, ji aliyên din zêdetir xwedî şans be. Ev jî, nirxandina şirovekaran e.

SEKNA KURD

Li aliyê Kurd/Başûrê Kurdistanê ve, ev hilbijartin xwedî çi giringiyê ne?

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serê xwe û li tevayiya herêma Kurdistanê, herêmên Kurdistanî derveyî îdareya herêma Kurdistanê û çendîn bajarên Iraqê jî, beşdarî hilbijartinan dibe.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Gorran – bi navê Hevpeymaniya Kurdistanî, diçin hilbijartinê.

Li herêma Kurdistanê, giringiya Hilbijartinên 10ê Cotmehê, ji hilbijartinên pêştir, zêdetir bi giringî ve tên şopandin. Egera sereke jî, egera nêzîkahiyek baştir a aliyên Kurdistanî (taybet PDK û Hevpeymaniya Kurdistanî) li Parlementoya Iraqê ye, ku ev yek derfeta hêzê dide fraksiyonên Kurdistanî.

Herçend li Iraq a federal, heta niha jî, biryarên Parlementoyê û Destûr bi xwe jî, liser erdê nayên cîbicîkirin, lê hebûna hêza yekgirtî û bibandor a Kurd li Parlementoyê, dikare stratejiya herêma Kurdistanê û daxwazên xelkê Kurdistanê, li Parlementoya Iraqê zêdetir bicih bike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê, di hilbijartina pêş de liser ast a tevayiya Iraqê bû bû Partiya Yekem. Niha jî, tê çaverêkirin PDK bi zêdekirina çendîn parlementeran vê rewşa xwe biparêze.

Hevpeymaniya Kurdistanî (YNK û Tevgera Gorran) bi rêya hevpeymaniya xwe dikarin bibin xwedî pêgehek bibandortir.

Piştî hilbijartinan yekrêzî û hevkariya aliyên Kurdî, dikare pêvajoyek/proseyek baştir li pêş Kurdan li Bexdayê veke.

Beşdariya Kurdan di hilbijartinan de giring e. Bihêzbûna taybet a PDK li Parlementoya Iraqê, di berjewendî û bidestxistina mafên Kurd de, rolek baştir dibîne.

Hewlêr 18 Îlon 2021

Cemal BATUN