Bexda mafên darayî yên Pêşmerge naşîne

PDK dixwaze bi riya hilbijartinan re hejmarek mezin ji kandîdên xwe bigihîne Parlamentoya Iraqê û mafên Pêşmerge bi dest bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi riya hilbijartinan re dixwaze hejmarek mezin ji kandîdên xwe bigihîne Parlamentoya Iraqê, ji bo li wir şerê destûrî û yasayî bikin, bi taybet ku çendîn sal in Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniyê ya Iraqê ye, lê ji mafên xwe hatiye bêpar kirin, li hemberê jî budceya Heşda Şeibî sal bi sal zêdetir dibe.

Yek ji xala bernameya hilbijartina PDKê ya ji bo xula dahatî ya Parlamentoya Iraqê, karkirina ji bo bidestxistinaa mafên Pêşmerge ye ku ji çend salan ve beşek ji sîstema berevaniyê ya Iraqê ye, lê mafên wê yên darayî nayin dayîn, li hemberê jî budceya Heşda Şeibî sal bi sal tê zêdekirin.

Kandîdê PDKê li Merîwan Qerenî ji K24ê re got: “Pêşmerge wek hêzên din ên Iraqê, beşek ji sîstema berevanê ya Iraqê ye, lê mafên wê yên darayî nayin şandin, ji ber wê bernameya me ya wek kanîdên PDKê ew e, em ê li Parlamentoya Iraqê kar li ser bidestanîna mafên Pêşmerge bikin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Fetih a Iraqê ragihandibû, di budceya îsal de 30 hezar kes bi ser mîlaka hêzên Heşda Şeibî ve ketin, bi wê yekê re jî budceya Heşda Şeibî hate zêdekirin. Ev jî di demekê de ye, tip ere ji Bexdayê ji bo hêza Pêşmerge nehatiye şandin.

Endamê Komîteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Cemal Hewîz ji K24ê re got: “Li gor destûrê, Pêşmerge ji sîstema berevaniyê ya Iraqê ye, lê tiştê ku di destûrê de li ser Pêşmerge hatiye behskirin, nehatiye cibicîkirin.

Di du salên dawî yên yasaya budceya Iraqê de, mehane 68 milyar Dînar wek mûçeya hêza Pêşmerge tê veqetandin, lê ew pere ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve ji bo Pêşmerge nayin şandin, lê roj bi roj hejmara hêzên Iraqê zêde dibe û budceya zêde ji wan re tên veqetandin.