Sînemagerên Efxan, mêvanên rûmetê yên Festîvala Fîlman a Duhokê ne

Hewlêr (K24) – Mijara bernameya îsal a 8emîn Festîvala Fîlman a Duhokê dê sînemaya klasîk û hevdem a Efxanistanê be.

Heştemîn Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navneteweyî ku sala par ji ber nexweşîya Covid-19ê nekarî were lidarxistin, 11ê Mijdarê bi mijara Afganistanê dest pê dike.

Komeka filmên kilasîk û sînemaya hevdem ya Efxanistanê, li gel filmên navdewletî li ser welatê Efxanistanê dê nîşan bide.

Li gel dengên lokal, dîaspora û navdewletî, herwiha panorama dê rengvedana mijarên civakî, sîyasî û hunerî be, dê demê borî û demê niha bi hev ve girê bide.

Ji tiştê balkêş jî ew e, derhêner Efxanî Sedîq Bermak yê niha li koçberiyê li Parîsê dijî, dê filmê xwe yê navdar bi navê (Osame) nîşan bide.

Şêwirmendê festîvalê Mehmet Aktaş ji K24ê re got: “Mîna sînemagerên Kurd, sînemagerên Efxanê jî têne sansurkirin, neçar dimînin ku birevin, koçberî û surgunê dibînin. Di vî warê de, em wek Kurd, bi wan re xwedî heman hest in. Em difikirin ku ew ê watedar be ku em qala Efxanistanê bikin.”

Aktaş diyar kir, pandemiyê bandorek neyînî li pîşesaziya sînemayê kir, Aktaş li ser girîngiya festîvalan axivî: “Mînak, fîlma me ‘Ezmûn’, di beşa pêşbaziyê ya 55. Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Karlovy Vary de bû. Li wir, me fêhm kir ku temaşevan û derhêner bêriya hev dikin. Temaşevan dixwazin fîlimçêkeran bibînin û derhêner jî dixwazin berteka temaşevanan li ser fîlmên wan bibînin.”

Aktaş da xuyakirin ku lîstikvanên sînema û temaşevanên Kurd wê dîsa li Duhokê bicivin.

Mehmet Aktaş destnîşan kir ku sînemagerên Kurd li erdnîgariyên cihêreng û belav dijîn û wiha got: “Festîvala Fîlman a Duhokê, berevajî festîvalên li Ewropayê, li welêt pêk tê. Festîvalek e ku li ser axa xwe şîn dibe, ji ber vê yekê tevkariyek girîng dide sînemaya Kurdî.”

Her wiha Rêveberê Hunerî Shawkat Amîn Korkî got “Di van demên dijwar de, ji bo me giringtir e ku em flimsazên Efxanistanê mêhvan bikin Duhokê, ji bo lihevguherîn (danûstandin) û hevgirtinê nîşan bidin.”