Diyarbekir... Ji bo kolîn û lêkolînên li Çayonu piştgîrî zêde dibe

Siyasetmedar û karsazên Diyarbekirê ji bo piştgiriya lêkolînên arkeolojîk, serdana xala destpêkê ya şaristaniya mirovahiyê kirin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Qotê  Ber Çêm ku bi Tirkî dibêjin Çayonu ya ser bi Erganiya navçeya Diyarbekirê ji bo lêkolîn bihêztir berdewam bikim, piştgirî tên zêde kirin. Şandeka ji Wezîrê berê yê Cotkarî û Ajalvanî Mehdî Eker, Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Kraloglû, parlamneterên Diyarbekirê Munîr Karalogû û rêvebirên saziyên sivîl pêkhatî li Qotê ber Çêm ku wek xala destpêka şaristaniyê tê zanîn serdan kir.

Evder wek xala destpêka şaristaniya cihanê tê zanîn ku li Erganî ya navçeya Diyarbekirê ye. Lêkolînên ku di sala 1965’an û pişt re hatine kirin de, dîroka li Qotê Ber Çêm, heta Beriya Zayînê 10 hezar û 200 salan diçe û arkeolog radigihînin ku li Qotê Ber Çêm rêçên astên cuda yên jiyana mirovahiyê hene û dê bi lêkolînên nû re jî bên ronî kirin.

Arkeloga ku lêkolînên li Qotê Ber Çêm birêve dibe Prof. Dr. Asli Erîm Ozdogan anî ziman ku îro dîroka mirovahiyê bi giiştî û yekem melzeme û alet ku hatine bikaranîn bêy ku behsa vê xalê bê kirin, nikare bê behs kirin. Loma jî encamên lêkolînan ku li Qotê Ber Çêm tên kirin ast bi ast çiroka jiyana mirovahiyê jî ronî dikin.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû jî ragihand ku ewê bi hevkarî hewl bidin ku bajarê qedîm Diyarbekirê, bi taybetmendiyên xwe bê nasîn û bi lêkolînên ku tên kirin jî dîroka mirovahîyê ronî bikin.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû ragihand: “Wekî ku Mamoste Asli jî got ev der destpêka serencamên mirovahiyê ye. Ji serdemên ku mirovahî ji jiyana koçeriyê derbasî xwecîhî dibe û heta ku dest bi hilberîna xurekan dike ev der e. Dîsa dîroka hunandin û bikaranîna madenan jî bi diyarde û zanyariyên vê derê re girêdayî tê nasîn û nivîsîn. Îsal goristaneke teqrîben 6 hezar salî jî hatiye dîtîn û dê her ku agahiyên nû derbikevin, bi raya giştî re jî bên parve kirin.”

Wezîrê Berê yê Cotkarî û Ajalvanî yê Tirkiyeyê Mehdî Eker jî anî ziman ku destpêk û berdewamiya dîroka mirovahiyê de Diyarbekir xwedî taybetiyan e û her ku aştiya civakî sazûman bibe jî dê baştirîn girîngiya dewlemendiyên Diyarbekirê jî şênber bibin.

Serokê Jûra Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya ku di gişt projeyên li bajarê Diyarbekirê de pêjengî dike, balê kişand ku şûnwar û dîroka li Diyarbekirê wek xezîneyeke ku her mayînde bimîne ne û divê her kes ji aliyê xwe ve piştgriiyan bide.

Serokê Jûra Pışesazî û Bazırganıya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Ev der ciyekî ku ji aliyê hemû Cihanê ve tê zanîn, lê demeke dirêje ku hatibû piştguh kirin e. Îro hem ji bo ku kolin û lêkolîn bihêztir bikaribin bên kirin û ew diyarde û agahî jî derbikevin holê, pêwistî bi piştgiriyan heye. Me jî bi Parêzgarê Diyarbekirê re parvekir û îro ji bo em wan kêmasiyên li vir bibinin û her kes çewa dikare piştgirî bide bizanin hatin vê derê. Hêvîdarim em li van xezîneyên xwe xwedî derbikevin da ku bikaribin wek civak jî jê sûd werbigirin.”

Li Qotê Ber Çêm yê destpêka dîroka şaristaniya mirovahiyê kolîn û lêkolîn, ji ber derfetên kêm, hêdî tên kirin û gelek caran jî navber tên dayîn. Şandê jî ragihand mebesta wan ew e ku piştgiryan zêde bikin û kêmasiyan têkuz bikin da ku ew lêkolîn lezgîntir û bihêz bên kirin. 5 karsazên ku li Diyarbekirê karê Mermerê dikin jî piştgriyên xwe ji bo lêkolînên li Qotê Ber Çêm ragihandin.