2 girtiyên dawîn ên Filistînî yên ji girtîgeha Îsraîlê reviyabûn hatin girtin

Tunela tê re girtiyên Filistînî reviyane
Tunela tê re girtiyên Filistînî reviyane

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Îsraîlî îro danê sibê, du girtiyên dawîn ên Filistînî yên ji girtîgeha Gilboa reviyabûn girtin.

Roja 6ê Îlonê 6 girtiyên Filistînî bi riya kolandina tunelekê di bin girtîgehê re, ji zîndana Cilboa ya Îsraîlî reviyabûn, proseya revînê jî gelek karvedan li piştî xwe anîbû.

Pêştir hêzên Îsraîlê karîbûn 4 kesên revîne bigirin, îro danê sibê jî bi operasyonekê karîn 2 kesên mane (Eyhem Kememcî û Munadil Nufêat) li rojhilatê bajarê Jenîn bigirin.

Li gorî agahiyan, hêzên Îsraîlê malek li Jenîn dorpêç kirin û xwastin ku hemû kesên tê de derkevin û xwe radest bikin, piştre pevçûnên çekdarî dest pê bikin û di encamê de Eyhem Kememcî û Munadil Nufêat hatin girtin.

Medyaya Îsraîlê diyar kir, hêzên Îsraîlê 2 kesên din ên alîkarî bi Eyhem Kememcî û Munadil Nufêat re kirine jî desteser kirin.