Şaxwan Ebdulla: Bi dirandina wêneyên kandîdan, PDK li Kerkûkê lawaz nabe

Li Kerkûkê piraniya wêne û posterên kandîdên Kurd hatine dirandin û têkdan.
Kandîdê PDKê Şaxwan Ebdulla
Kandîdê PDKê Şaxwan Ebdulla

Kerkûk (K24) – Bi destpêkirina bangeşeya hilbijartinan li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê heta niya 7 kes bi tometa dirandina wêneyên kendîdan desteser kirine. Di girtevîdyoyekê de jî ciwanek li posterê kandîdekî PDKê li Kerkûkê didirîne.

Li Kerkûkê piraniya wêne û posterên kandîdên Kurd hatine dirandin û têkdan. Di wê derbarê de, Kandîdê PDKê li Kerkûkê Şaxwan Ebdulla ji K24ê re got: “Dirandina posterên me, nîşana hebûna me wek PDK ye. Bi nêrîna wan, eger wêne û poisterên kandîdên PDKê bidirînin, dê PDKê lawaz bikin. Lê nizanin ku em di dilê xelkê de ne.”

Welatiyê Kurd ê Kerkûk ê bi temen Asî Xidir dibêje: “Divê Kurd di vê hilbijartinê de bi ser bikeve û em rê nedin Kurd li hember netewên din têk biçe.”

Li Kerkûkê 3 bazneyên hilbijartinê hene, bazneya yekem bi bazneya Kurd naskirî ye û 5 kursiyên jê re hene, piraniya wêne û posterên kandîdan jî lê tên dirandin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Kerkûkê dibêje, wan bi nivîsekê daxwaz ji hêzên ewlehiyê kirine, da ku wêne û posterên kandîdan biparêzin.