Nêçîrvan Barzanî: Nabe em bi sîstema perwerdehiyê ya kevin berdewam bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Perwerdeyê ya Zankoya Amerîkî – Kurdistan li Duhokê gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Pêşketin niha bi awayekî bilez in, nabe em li ser sîstema kevin a perwerdehiyê berdewam bin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Li Herêma Kurdistanê, ji qonaxa baxçeyên zarokan ve, ta qonaxa seretayî, amadehî û xwendina bilind jî, pêwîstî bi çaksaziyê heye. Pêwîst e perwerde li Herêma Kurdistanê li gor standart û pîverên cîhanî be, ta bikarin bi pêşketina bilez a heye re bi pêş bikevin.”
Herwiha got: “Pêşketin niha bi awayekî bilez in, nabe em li ser sîstema kevin a perwerdehiyê berdewam bin. Divê em zûtir dest bi çaksaziya di sektora perwerdehiyê bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Lidarketina vê konferansê li Duhokê, biryareke girîng û wêrek e, ji bo pirsgirêk û giriftên perwerde û xwendina bilind bêne diyarkirin û bi guhartinên civakî, aborî, siyasî, ewlehî û teknolojî re bigunce.”
Herwiha got jî: “Divê bi wêrekî lêkolînê li ser biryarên xwe yê berê bikin û ronahiyê bixin ser wan, ji bo bizanin em li kû şikestî bûn û li kû serkeftî bûn.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, perwerdehî alîkariyê dide peydakirina derfetên kar û geşkirin û bilindkirina asta têkiliyên bazirganî û aborî bi welatên pêşkeftî re.