Beşar naveroka civînên wan ên li Komeleya Giştî ya NY aşkere dike

Şandeke Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) beşdarî civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî li New York ê dibe
Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdulhekîm Beşar - Arşîv
Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdulhekîm Beşar - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) beşdarî civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî li New York ê dibe, endamekî Kurd ê şandeyê jî diyar dike, ew ê behsa krîza Sûriyê bi giştî û rewşa herêmên Kurdî bikin.

Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdulhekîm Beşar ji K24 re ragihand, şandek hevbeş a Îtîlafê û Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê dê beşdarî civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî bin û dê hejmarek civîn û hevdîtin bi berpirsên welatên beşdar re pêk bînin.

Ebdulhekîm Beşar ku di heman demê de nûnerê ENKSê di Îtîlafê de ye diyar kir, ew wek Cîgirê Serokê Îtîlafê û Îbrahîm Biro wek endamê Desteya Danûstandkar dê cihê xwe di nava wê şanda hevbeş de bigirin.

Herwiha got, ew ê di civîn û hevdîtinên xwe de xwe behsa krîza Sûriyê û pirsa çareseriya siyasî li gor biryara navdewletî 2254, Yasaya Sîzer û bandorên wê, pirsa Kurdî li Sûriyê û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê bikin.

Destnîşan kir jî, dê hevdîtinên wî û Îbrahîm Biro yên bi awayekî tekane bi hin aliyên navdewletî re jî hebin.

Hefteya bê bi beşdariya zêdetir ji 100 serkirdeyên welatên cîhanê, civînên Komelaya Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê dest pê dikin. Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutesrrs got: “Niha cihan di rewşeke gelekî metirsîdar de ye, divê qîrîneke hişyariyê were kirin, ji bo rayedarên siyasî hişyar bibin.”