Serok Barzanî û Balyozê Hîndistanê hilbijartinên Iraqê guftûgo dikin

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Hîndistanê li Iraqê Praşant Pîsê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî îro 19/9/2021ê pêşwazî li Balyozê Hîndistanê li Iraqê Praşant Pîsê kir.

Di civînê de ku Konsolê Hîndistanê li Hewlêrê Subhaş Çendra Keyn jî amade bû, Balyozê Hîndistanê dupat kir, welatî wî hez dike pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixîne bi taybet di warên akademîk, nojdar û aborî de.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya deverê û gefên terorê li ser asayişa cîhan û deverê û rûbirûbûna terorê jî hat kirin.

Serok Barzanî û şanda mêvan behsa hilbijartinên Iraqê jî kirin û hêvî xwastin hilbijartinên vê carê bibe sedema guhertinên erênî û bicîhatina daxwazên xelkê.