Mesrûr Barzanî: Kar ji bo başkirina rewşa perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê dikin

Li şûna qerz bikin, me dest bi çaksaziyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Konferansa Perwerdeyê ya Zankoya Amerîkî – Kurdistan li Duhokê li dar ket û tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, çaksaziya di proseya perwerdeyê de, beşeke sereke ya proseya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Li vir hewl didim ronahiyê bixim ser stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya taybet bi sektora perwerdehiyê, di karnameya Hikûmetê de girîngiyê didin sektora perwerdehî û xwendina bilind û kar ji bo başkirina rewşa perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê û bilindkirina asta zanîngeh û peymangehan dikin.”

Destnîşan kir: “Di du salên borî de ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û qeyrana aborî, mixabin rewşeke neasayî derket holê, lê ligel wê jî em ranewestîn û di çaksaziya di hemû waran de berdewam bûn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Di du salên borî de kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî çendîn qeyranan bû, ji bo rûbirûbûna vê rewşa nexwastî, li şûna em qerz bikin û barekî giran deynin ser nifşê bê, me dest bi çaksaziyê kir û li ser wê jî berdewam dibin, bi riya çaksaziyê dê rojeke geş li pêş xelkê Kurdistanê be.”

Diyar kir jî: “Bêguman ji ber wan çaksaziyan, me karî wan qeyranan derbas bikin. Em gelek hewl didin û kar dikin ji bo sîstema perwerdehî û xwendinê bi pêş bixin ku bi pêşketinên serdema sedeya 21 re guncaw be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez bawer im ku rêberên dahatî yên gelê me bi riya perwerdeyeke dirust û pêşketî dirust dibe ku bingeha avakirina civakeke tendirust e û, civaka ku mirovên niştimaperwer û jiyandost ava bike. Pêwîst e armanca me ya sereke ji xwendinê, ne tenê bidestxistina bawernameyê be, lê belê divê armanca sereke, fêrbûn û bilindkirina asta rewşenbîrî û kulturî ya civakê be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din gotara xwe de got: “Pêwîstiya me bi xwendekaran heye, ji ber ku em wêneya pêşeroja xwe li dibistanên îro dikişînin. Eger em bixwazin pêşeroja welatê me çawa ye, divê em li perwerdehiya xwe ya îro binêrin. Eger em karî perwerdeyeke tendirust û baş ava bikin, piştrast bin dê pêşerojeke me ya geştir hebe.”

Destnîşan kir jî, divê hezkirin û girêdana bi welat di hundirê her mirovekî de were çandin, bi awayekî ku rêz li pêkvejiyanê û hizra qebûlkirina cûdahiyên olî, neteweyî û mezhebî were girtin, xwendekar fêrî rêzgirtin û parastina jîngehê bibin û dema mezin bibin jî xizmeta welatê xwe bikin.