Mesrûr Barzanî: Daxwaza me ji hemû aliyan serweriya axa me biparêzin

Daxwaza me ji hemû aliyan serweriya axa me biparêzin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 20ê Îlona 2021ê, Zaxo
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 20ê Îlona 2021ê, Zaxo

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê de ragihand: “Daxwaza me ji hemû aliyan ew e ku serweriya axa me biparêzin, rêz li zehmetî û xebata xelkê me bigrin, rêz li xebat û qurbanîdan û şehîd û xwîna şehîdan bigrin, ev ax bi xwîn hat rizgarkirin, ev welat bi xwîn hat rizgarkirin û me gelek zehmet ji bo vê kişand.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî ji bo ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê kir û ragihand:“Ez dema têm Zaxoyê, hest dikim ku têm nav kesûkarên xwe, hest bi wê yekê dikim ku pişta min bi we germ e.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Şehîdên Zaxoyê li hemû axa Kurdistanê xwîna xwe rijandine ji bo parastina Kurdistanê û rizgarkirina Kurdistanê, loma em hemû deyndarê xelkê Zaxoyê ne.”

Barzanî eşkere kir: “Dibe ku bi îdareyeke serbixwe, ji aliyê gelek xizmetguzariyan ve baştir xizmet were kirin, weke hûn dizanin devera Zaxoyê devereke berfireh e, ji bo pêkanîna îş û karên îdarî çûna Duhokê, dibe ku hinek zehmet be, ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê ji bo wê yekê ye ku hêsankariya zêdetir ji bo xelkê vê deverê were kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Divê mafê xelkê Zaxoyê bo xelkê Zaxoyê vegere, dahata Herêma Kurdistanê bi awayekî yeksan bi ser hemû welatiyên Herêma Kurdistanê de were dabeşkirin, bêguman weke diyar e, heqê xelkê Zaxoyê weke xwe nehatiye dayîn, ji ber vê yekê biryara me ew e ku em bikarin heqê xelkê Zaxoyê vegerînin û xizmetguzariyên pêwîst werin cîbicîkirin. Ez ji îdareya nû daxwaz dikim ku bi hemû cûre xizmeta xelkê xwe bike.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Devera Zaxoyê ji aliyê geştûguzariyê ve devereke ciwan û xweş e, lê belê mixabin ji ber hebûna PKKê di dema borî de, ku bûye serêşî, nişteciyên gundan û welatiyên deverê nikarin vegerin gundên xwe. Daxwaza me ji hemû aliyan ew e ku serweriya axa me biparêzin, rêz li zehmetî û xebata xelkê me bigrin, rêz li xebat û qurbanîdan û şehîd û xwîna şehîdan bigrin, ev ax bi xwîn hat rizgarkirin, ev welat bi xwîn hat rizgarkirin û me gelek zehmet ji bo vê kişand, îro nabe ti kesek mafê wê yekê bide xwe ku destdirêjî li ser vê axê bike an zehmetî ji bo xelkê me çêbike, em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin. Em ji wan daxwaz dikin ku ev serêşî bes be û xelkê me vegerin ser ax û ava xwe, da ku em jî weke hikûmetê bikarin xizmeta wan gund û deveran bikin, ku heta niha nekarîne ava bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişande ser wê yekê ku dema hilbijartinên Parlamentoya Iraqê nêz dibe û diyar kir: “Rast e, ev hilbijartin ji bo Parlamentoya Iraqê ye, lê hilbijartineke çarenûssaz e, ji ber ku biryar li parlamentoyê têne dayîn û bandor û girîngiya wê li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî heye. Ev nûnerên ku têne hilbijartin ji bo Parlamentoya Iraqê, ji bo nûnertiya Herêma Kurdistanê bikin, divê beriya her tiştî bîr li wê yekê bikin ku berevaniya mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin.”