Wezîrê Pêşmerge pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir

Geşedanên herî dawî yên navçeyê û mitirsiyên niha yên terorîstên DAIŞê û hemahengiyên proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê geşedanên herî dawî yên navçeyê û mitirsiyên niha yên terorîstên DAIŞê û hemahengiyên proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge û pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Îro duşemê 20ê Îlona 2021ê, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê Robert Palladino û Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Hêzên Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.

Di civînê de ku Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, Serokerkan Cemal Mihemed û şêwirmendên payebilind ên wezaretm û Rêveberê Çaksaziya Wezaretê amade bûn, Wezîrê Pêşmerge ragihand; Amerîka û hêzên wê, dostê xwe û yê hêzên Pêşmerge yê sereke dibînin û em xwazyar in ku bi hev re di têkbirina temamî ya terorê de berdewam bibin ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Iraqê û Herêmê û navçeyê.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê diyar kir ku Amerîka şanazî bi vê dostaniyê dike û qehremaniya hêzên Pêşmerge bilind dinirxîne û got: “Em şerefmend û pabend in bi hevkarî û hemahengiya me ya ligel Hikûmeta Herêmê û hêzên Pêşmerge.”

Li ser mijara çaksaziya li Wezareta Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl eşkere kir; di vê mijarê de pêngavên baş pêşve çûne û ji bo berdewambûna wan jî pêwîstî bi hevkarî û alîkariya Amerîka û Hevpeymanan û rêkestina siyasî ya aliyên siyasî ya Kurdistanê heye.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê tevî pabendiya şêwirmendên serbazî yên welatê xwe ji bo pêşxistin û serkeftina zêdetir a proseya reforma serbazî, destnîşan kir ku hewldanên Wezareta Pêşmerge ji bo çaksazî li cem wan cihê girîngîdanê ye. Herwiha diyar kir ku “dîrokeke dirêj a dostanî û hevpeymaniya me ligel Kurdan heye û siberoja me her du aliyan geş e”.

Herwiha di civînê de li ser girîngiya nêzîkbûna zêdetir a navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê û hemahengiyên her du aliyan hatin gotûbêjkirin.