Mesrûr Barzanî: Çandinî yek ji stûnên sereke yên aboriya her welatekî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyatê yê projeya sayloya Duhokê danî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyatê yê projeya sayloya genim li parêzgeha Duhokê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Xweşhal im ku îro ji bo danîna kevirê binyatê yê projeya bazirkirina genimê cotkaran, li parêzgeha Duhokê ne. Di karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, girîgiyeke mezin bi projeyeke stratejîk hatiye dayîn.”

Diyar kir jî: “Ev sêyemîn proje ye, piştî projeyên hevşêwe yên li Hewlêr û Silêmaniyê. Hêvîdar im ev proje û hemû projeyên din jî, bandorekê ji bo başkirina jêrxaneya aborî û xizmeta gelê me bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Spasiyê li her du kompanyayan Xoşnaw û Qeywan dikim ji bo amadebûna wan a cibicîkirina van projeyên stratejîk. Her wiha her du projeyên din ên li Hewlêr û Silêmaniyê jî. Hêvîdar im serkeftî bin.”

Destnîşan kir jî: “Ev cure proje ji me re girîng in, ji ber ku dibin, hokarê bihêzkirina binemayê aboriya Kurdistanê û ber bi qonaxake pêştir ve biçin. Ji aliyekî din ve, ev proje asayişa xwerakê ya welat dabîn dike û cotkaran jî piştrast dike ku berhemên wan ji aliyê destholatê ve tên wergirtin. Ev proje, ji saylo, komgeh û aş pêk tê û berhemên xwarinê dirust dike.”  

Mesrûr Barzanî tekez kir, “Ev proje, çendîn derfetên kar ji welatiyan û me re peyda dike û alîkar dibe ji bo derçûyên zanîngeh û peymangehan bêne wergirtin, şarezayîyên xwe lê bi kar bînin û berhemên navxweyî zêde bikin.”

Herwiha got: “Ji erkê hikûmetê ye, piştevaniya van pêngavan û sektora taybet bike. Eger sektora giştî jî bi awayekî têkel bikare berdewamiyê bide van cure karên hevbeş, dê bikarin pêşerojeke gelekî baştir ji xwe re misoger bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Çandinî yek ji binemayên sereke yên aboriya her welatekî ye. Cudahiya çandiniyê ji jêderên din ên dahatê ew e, çandinî ti caran bi dawî nabe, her sal dikare dubare bibe. Eger sûdê ji teknolojiya nû werbigirin jî, berhem dê sal bi sal zêde bibe.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Aboriya Herêma Kurdistanê girêdayî aboriya cîhanê ye. Ew rewşa li Bexdayê heye, bandorê li ser aboriya Herêmê dike, ji ber wê eger nûnerên me yên bihêz û bi karîn li Bexdayê hebin û berevaniyê li Herêmê bikin, bêguman rewşa me dê baştir bibe.”  

Herwiha got: “Divê jêrxaneya xwe ya aborî ava bikin û berhemên nevxweyî yên Herêma Kurdistanê zêde bikin. Gelek samanên me yên xwezayî hene û xelkê me yê bi karîn jî heye. Spas ji Xwedê re, tevî hemû qeyranên aborî û tendirustî, em ranewstîn û me proje li pey proje cibicî kirin û em berdewam dibin jî. Gelek projeyên me yên mezin ji bo hemû parêzgeh, qeza û nahiyan, hêviya me ew e, Kurdistan li ser asta cîhanê bibe welatekî pêşketî.”