Palladino: Bi hevkarî û hevahengiya ligel Herêm û Pêşmerge pabend in

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê û Wezîrê Pêşmerge dawî pêşhatên navçeyê, proseya çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de û pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê guftûgo kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino kir.

Diyar kir, di civînê de ku Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezîn, Serokê Desteya Erkanê Ferîq Cemal Mihemed û Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Amerîkî Kolonel Doglas amade bûn, dawî pêşhatên navçeyê, metirsiyên niha yên teroristên DAIŞê, proseya çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de û pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Wezareta Pêşmerge belav kir, Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê got ku Amerîka şanziyê bi dostê xwe dike, qehremaniya Pêşmerge bilind dinirxîne û bi hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge jî pabend e.

Destnîşan kir jî, Palladino piştevaniya welatê xwe ji bo pêşxistin û serkeftina proseya çaksaziyê leşkerî nîşan da û ragihand, hewlên Wezareta Pêşmerge ji bo çaksaziyê ji bo me cihê girîngiyê ne.” destnîşan kir jî: “Dîrokeke me ya dostaniyê ya dirêj û hevpeymaniya me bi Kurd re heye û pêşeroja me her duyan geş e.”