Bi tometa gendeliyê lêpirsîn bi qeyumê Mêrdînê yê berê re hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê parêzgerê Berê yê Mêrdînê Mustafa Yaman de ku di heman demê de qeyum bû bi sedema ku gendelî kiriye lêpirsîn da destpêkirin. Hat amajekirin ku Mustafa Yaman jî tê de bo 72 kesan lêpirsîn hatiye vekirin.

Hat ragihandin ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê derbarê Mustafa Yamanê ku berê hem qeyyum hem jî Parêzgarê Mêrdînê bû de lêpirsîna gendeliyê daye destpêkirin.

Lêpirsîn bi tevahî 72 kesan li xwe digire û tê îddakirin ku bihayê 539 milyon û 738 hezar û 587 lîreyê tirkî gendelî hatiye kirin û ev gendelî jî di 36 îhaleyan de hatiye kirin.

Mustafa Yaman di dema parêzgeriya xwe de di 17ê Mijdara sala 2016an de û di 19ê Tebaxa 2019an de wek qeyum bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû tayînkirin.

Mustafa Yaman di 10ê Hezîranê de ji peywirê hat standin û bo navendê wek mufettîşê mulkiyeye hatibû rêkirin û piştî vê yekê jî li ser îddayên gendeliyê Wezareta Karên Navxweyî bo lêkolîna îddayan mufettîş peywirdar kiribû û li gorî raporta mufettîşan jî lêpirsîn Mustafa Yaman jî tê de bo 72 hat vekirin.

Hat ragihandin ku Mustafa Yaman piştî ji peywirê hatiye standin li dûv xwe 1 Milyar û 180 Milyon lîre deyn bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hiştiye.