TTB û Egtim-Sen: Dibistan bûne cihê rîska belavbûna vîrûsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Kedkarên Perdewerdehiyê Egîtîm-Sen û Jûra Bijîşkan TTB a Amedê, bi dayuniyeke hevpar ragihandin ku bi destpêkirina perwerdehiyê re, dibîstan bûnê ciyê rîska belav bûnê vîrusê.

Seroka TTB’ê ya Diyarbekirê Elîf Tûran ragihand ku ew piştgiriya perwerdehiya rûbirû dikin, lê li Tirkiyeyê bi giştî û bi taybet jî li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber ku amadekarî li gor pandemiyê nehatine kirin û binesazî ne amade bûne, dibîstan bûne ciyê rîska belavbûna vîrusê.

Hat daxuayndin ku berê jî hişyarî û pêşniyaran ji bo pêşîlêgirtina van rewşan belav kirine, lê rayedaran gohdariya wan nekiriye.

Di daxuyaniyê de pêşniyar hatin dubare kirin û bang û daxwaz ji rayedaran hat kirin ku binesaziyê li gor ku rîsk bê kêm kirin û perwerdejhya rûbirû bê navber berdewam bike bê amae kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Diyarbekirê kêmtirîn 60 mamoste û 150 xwendekar, li dibîstanan bi vîrusê ketibûn. Bi taybet daneyên mamosteyên ne vaqsînkirî jî mijareke girîng e ku li ser gengeşî berdewam dikin. Li Tirkiyeyê ji 71 mamosteyan tenê vaksîn kirine û hem TTBê ham jî Egtim-Senê daxwaz kirin ku mamoste jî xwendekar jî xwe vaksîn