Mesrûr Barzanî serdana pêşangeha berhemên navxweyî li Duhokê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana pêşangeha salane ya berhemên çandiniya navxweyî (Tirî û Hunguv) li bajarê Duhokê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana pêşangehê kir, ji bo pêşxistina berhemên xwemalî destxweşî li cotkarên Kurdistan kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo girîngîpêdana zêdetir bi sektora çandiniyê û berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê dubare kir.