Doza kuştina Mûsa Anter hîn jî nehatiya ronîkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di 29. Salvegera kuştina Mûsa Anter de merasîmek hat li darxistin. Di merasîmê de siyasetmedar û nivîskaran amaje kirin, hîn jî doza Mûsa Anter wek dozek kiryar nediyar e û dewlet naxwaze kujeran derbixe holê û hat amajekirin ku bi qetilkirina Mûsa Anter hat xwestin dîroka Kurdistanê jî ji holê were rakirin.

Li Diyarbekirê di 29. Salvegera kuştina Nivîskar û Rojnamegerê Kurd Mûsa Anter de ji aliyê Komelya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê ve merasîmek bîranînê hat li darxistin. Merasîm li kolana ku Mûsa Anter lê rastî êrîşa çekdarî hatî hat li darxistin. Di merasîmê de rojnameger, siyasetmedar û nivîskar jî amade bûn û di daxuyaniyan de hat amajekirin ku êrîşa li Mûsa Anter hatî kirin hîn jî di tariyê de ye û li bende ne ku were ronîkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Salîha Aydenîz anî zimên ku dewlet kujeran diparêze û naxwaze kiriyar werin aşkerekirin û da zanîn ku dê heta ku doz were ronîkirin û tawanbar werin sizadan dozê bişopînin.

Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz got: “Em dizanin daraz bi destwerdanê tevdigere. Li gorî talîmatan biryar tên wergirtin. Pergala hiquqê serobino bûye. Dixwazin pêvajoya daraza Apê Mûsa bi demborînê were girtin. Lê emê nehêlin ku qetilkirina Apê Mûsa û hemû dozên kiriyar nediyar werin jibîrkirin.  Zihniyeta ku Apê Mûsa qetilkirî û zihniyeta ku êrîşî ziman, erdnîgarî û çanda Kurdan dike heman zihniyet e.”

Di merasîma bîranînê de rêveberên Komeleya Rojnamevanan a DîcleFiratê anîn zimên ku ew dê wek şagirtên Mûsa Anter şopdarên doza wî bin. Zimannas Hayrettîn Kizil anî zimên ku Mûsa Anter ji bo dîroka neteweyî ya Kurd nirx û remzek girîng e û divê xwedî li mîrata wî were derketin.

Zimanzan Hayrettîn Kizil got: “Apê Mûsa li her çar parçeyên Kurdistanê tê nasîn. Ji bo siyasetmedarên Kurd jî mêjû ye bo dîroka Kurdistanê.”

Di merasîma bîranînê de wêneyê Mûsa Anter li cihê ku hatî kuştin hat danîn û beşdarên merasîmê jî qurnefîl danîn ber wêneyê Mûsa Anter di 20ê Îlona sala 1992yan de li Diyarbekirê li Taxa Seyrantepe dema ku diçu hevdîtinekê rastî êrîşek çekdarî hatibû û hîn jî kujerên Mûsa Anter nehatine girtin.