Li Hewlêrê bendava Bestore tê çêkirin

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê dest bi cîbicîkirina projeya bendava Bestore tê kirin.

Hewlêr (K24) – Li parêzgeha Hewlêrê bendava Bestore tê çêkirin û bi qasî şeş milyar dînar ji bo her du bendavên Zelan û Çeqçeq hatin terxankirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand; li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê dest bi cîbicîkirina projeya bendava Bestore tê kirin.

Ji bo vê mebestê, piştî amadekirina dîzayna projeyê, li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, budceyeke taybet ji bo çêkirina vê projeyê hat terxankirin.

Herwiha eşkere kiriye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî daye li ser terxankirin û xerckirina şeş milyar dînar ji bo bendavên Zelan û Çeqçeqê.

Fermangeha Medya û Zanyarî diyar dike; ji bo her yek ji van bendavan, bi qasî sê milyar dînar hatine terxankirin û ev budce bi awayekî neqdî û qonax bi qonax li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê dê were xerckirin.