Mesrûr Barzanî di peyamekê de daxwazekê ji zanayên olî dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 51emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 51emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand; zanayên îslamî yên Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de rola wan a girîng û berçav heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Ez hêvîdar im zanayên olî berdewam bibin di rûbirûbûna tundrewî û pêşvebirina lêborînê û rijdbûna li ser maf û destkeftên gelê Kurdistanê.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Di 51emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de, ez pîrozbahî li serok û mekteba cîbicîkar û encûmena navendî û hemû melayên Kurdistanê dikim û ji bo wan hêviya serkeftinê dixwazim.

Zanayên Ola Îslamê yên Kurdistanê rola wan a girîng û berçav hebû di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û berevanîkirina mijarên niştimanî û geşepêdana hizra miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane ya olî de li Kurdistanê. Ez hêvîdar im zanayên olî berdewam bibin di rûbirûbûna tundrewî û pêşvebirina lêborînê û rijdbûna li ser maf û destkeftên gelê Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

21ê Îlona 2021ê