Li Bakur û Tirkiyê bihayên keresteyên avahîsaziyê du qat zêde bûne

Zêdebûna bihayê melzemeyên înşaatê, li ser piyaseya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bandorên berfireh dike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Zêdebûna bihayê melzemeyên înşaatê, li ser piyaseya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bandorên berfireh dike. Bi zêdebûna bihayê melzemeyan re, kirê û fiyetên xanî û avahiyan jî zêde dibin û ev jî dibe sedema pirsgirêk û qeyranên civakî. Karsazên ku karê înşaatê dikin, bi taybet ji ber bihayê çîmentoyê, biryar dane ku ji kompanya çîmetoyê ya li Dİyarbekirê çîmeto nestînin.

Li Diyarbekirê di nav salekê de fiyetên xanî û avahiyan teqrîben 2 qat zêde bûne, dîsa kirê jî ji %50 heta li hin ciyan jî %100 zêde bune. Ji ber bihayê melzemeyên înşaatê her roj zêde dibin jî, gelek mutehît karên xwe yên înşaatê dane rawestandin û qeyran her diçe kurtir dibe.

Serokê Jûra Înşaatkaran yê Diyarbekirê Asim Asana da zanîn ku bihabûna her melzemeyekî înşaatê, piyasê zêdetir tengav dike û di nav salekê de, bihayê kiloya hesin ji 3-4 lîreyî derketiye 7-8 lîreyan û hemû melzemeyên din de jî bihabûneke berdewam heye.

Asim Asana ji K24ê re diyar kir: “Li Diyarbekirê û Tirkiyeyê bi giştî jî kerta înşaatê de fiyet 2 qat zêde bune. Bihayê Çîmentoyê salekî berê 13-14 lîre bû niha 24-25 lîre ye, dîsa melzemeyên wek alçî, boya û yên din ji %60-80 zêde bûne. Dema ku melzeme zêde dibin, fiyetên avahiyan jî zêde dibin û bihabuyîn jî piyasayê lewaz dike. Divê rayedar li gor rastiyên civakî pergalek deynin ku piyase jî serobin nebe.”

Bihabûna hemû melzeme û berheman li Tirkiyeyê, ji aliyê rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê ve jî tê zanîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku ew amadekariya ragihandina pakêteke nû ya aborî dikin.

Mehmet Aras jî tîne ziman ku ew wek malbat ji sala 1993an ve, karê çêkirina înşaatan dikin û gelek caran jî qeyran çê dibin û niha jî ji ber bihabûna berdewam ya melzemeyên înşaatê, ew jî ketine tengasiyên mezin.

Mutehît Mehmet Aras ragihand: “Em dikarin bibêjin ku ji 2 salan carekî qeyranên wiha çê dibin. Melzeme li gor sala borî ji %100 zêde bûne û em jî ji mecbûrî wan fiyetan li ser avahiyan zêde dikin. Dema ku em li fiyetên avahiyan zêde dikin jî biha dibe û hêza welatiyan ya kirînê nagihêkê û avahî di destên me de dimînin. Wê demê jî em nikarin xwe li piyaseyê rabigirin. Gelek hevalên me ji piyaseyê vekişiyan, gelek ji wan jî di tengasiyên mezin de ne. Em jî nizanin dê vê rewşa çiqas bidome û emê jî çi bikin.”

Wek melzemeyên din yên înşaatê, fiyetên çîmentoyê jî zêdebûne. Mutehîtên ku karê înşaatê dikin jî biryar dane ku demekî çîmeto nestînin. Serokê Jûra Çîmentokarên Tirkiyeyê jî ragihand ku maliyeta herî kêm ya çîmentoyê jî, bihayê herî zêde yê çîmentoyê jî li Tirkiyeyê.