Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana projeya Balafirgeha Duhokê kir

Mesrûr Barzanî ji nêz ve li cihê projeyê geriya û nexşe û pêngavên cîbicîkirina projeyê şopand.

Duhok (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 21ê Îlona 2021ê serdana projeya avakirina Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve li cihê projeyê geriya û nexşe û pêngavên cîbicîkirina projeyê şopand, ku projeyeke stratejîk û hêsankariyeke mezin ji bo geştkirina welatiyên parêzgeha Duhokê û girêdana wê bi parêzgehên din ên Herêmê û Iraq û danûstandinên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û derve dike.

Mesrûr Barzanî di serdana xwe de ragihand: “Em hatin vê derê ji bo serdana Balafirgeha Duhokê ya li navçeya Sêmêl, ku li kabîneyên pêştir biryar hatibû dayîn ev balafirgeh were çêkirin û birek budce jî jê re hatibû terxankirin û hinek kar jî li ser hatibû kirin, lê mixabin ji ber qeyraan aborî nekarîbûn temam bikin.”

Barzanî eşkere kir: “Serdana me ya îro ji bo wê yekê ye ku pêdaçûnekê bi vê projeyê û peymanên ku hatine kirin, bikin, da ku careke din dest bi çêkirina vê balafirgehê bikin, ku ji bo Duhok û derdora wê girîng e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Eger Xwedê alîkar be, piştî xebata cidî ku dest pê kiriye, em ê projeyêm amade bikin, da ku ev balafirgeh di dema herî nêz de were destpêkirin û avakirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez dixwazim hemû welatiyên Kurdistanê û bi taybetî nişteciyên Duhokê agahdar bikim, ku eger Xwedê alîkar be, em ê dest bi avakirina vê balafirgehê bikin, ku pêdaçûnên destpêkê, ber bi dawîbûnê ve çûne û dibe ku hinek guhertin jî tê de werin kirin, lê her dema ku amade bibe, em ê di demeke nêz de mizgîniya destpêkirina vê projeyê bidin we.”