Rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê ji nû ve tê birêkxistinkirin

Xaleke sereke ya rêkeftina di navbera Amerîka û Iraqê de tekeziyê li ser vekişandina hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî yên şerker ji Iraqê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîkî du mehan ji dema rêkeftina stratejîk a di navbera Bexda û Washingtonê de maye bikeve warê cibicîkirinê, xaleke sereke ya wê rêkeftinê tekeziyê li ser vekişandina hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ên şerker dike.

Di wê derbarê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand, rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, heta dawiya salê dubare tê birêkxistinkirin.

Marotto got, ew bi hevkariyên ewlekarî û leşkerî yên bi Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo rûbirûbûna DAIŞ pabend dibin. Hêzên Hevpeymanan piştevaniyê li Iraqeke aram dikin.

Ev daxuyaniya Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî piştî wê tê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, vekişîna (3) yekîneyên leşkerî yên Amerîkî ji Iraqê ragihand.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, di çarçoveya rêkeftina stratejîk a Iraq û Amerîka de, hêzên şerker ên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî heta dawiya salê vedikişin.

Tekez kir jî, “Iraq tenê pêwîstiya wê bi rahênan, çekdanîn û avakirina di warê hêza asmanî, firokevaniya artêşê û berevaniya esmanî de heye û Hevpeymaniya Navdewletî dê di vî warî de beşdar be.”

Li gor raporteke rojnameya “New York Times” a Amerîkî, Pentagon 2 hezar leşkerên Firqeya Piyade (4) ji bo rahênankirinê dê li cihê Lîwaya (256) li Iraqê belav bike.