Li Diyarbekirê welatî bi xwe sebzeyên xwe diçinin û dikirin

Welatî dikevin nav bîstanî û bi destê xwe sebzeyan diçinin û dikirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê cotkarekî bi rêbazeke cuda sebzeyan difiroşe. Welatî dikevin nav bîstanî û bi destê xwe sebzeyan diçinin û dikirin.

Li bîstaneke sebzeyan a ku li kêleka bajara Diyarbekirê, li ser rêya ku diçe Elezîzê, bi dehan welatî ji nava bîstanî sebzeyên wekî; bacanên sor, bacanên reş, bîber û xiyaran diçinin. Ev welatî ne xebatkar in; bikir in. Wekî ku di nava bîstanên xwe de bi dilê xwe û têra xwe sebzeyan diçinin û tûrikên xwe tejî dikin.  Welatî dibêjin; ew bi vî awayî ji jiyana bajêr û danûstandina marketan dûr dikevin û bêhna axê distînin.

Di vê derbarê de Welatî Giyasedîn Mutlu ji K24ê re got: “Em sebzeyan ji vir distînin, ev der baştir e, sebze yên nû ne. Yê ku difiroşe ew kar dike, navbeyn kar tune ne. Ji ber vê yekê em têne vir.”

Welatî Nusret Dundar dibêje: “Ji ji êvarê ve hatine nas bîstanî. Jixwe gerim bû, me bi zehmetî kom kir, hê jî malî kom dike. Milet jî dibeje, ji nav bîstanî mirov dikire, ta’ma wan xweş e. Me jî go em werin baxçe jî bibînin. Li bajêr hin pirsgirêk jî hebûn. Me firingî kom kirin, balîcan û îsot jî tên komkirin. Mirov dixwaze were li nav baxçeyî bigere, wekî ku mirov li gund be.”

Welatî Murat Kurnaz diyar dike: “Em jî li gundan mezin bûne, ji ber wê yekê keyfa me ji ax û bîstanî re tê. Em tên li nav vî bîstanî bi desê xwe sebzeyan diçinin, wisa em sebzeyên nû û baştir dikirin.”

Di mehên havînê de li ser riyan gelek cotkarên ku sebzeyan difiroşin cih digirin. Lê rêbaza firotina sebzeyan ya cotkar Aydin Kulaksiz ji ya cotkarên din cudatir e. Ji deh salan zêdetir e Aydin Kulaksiz û malbata xwe bi zehmetî û lêçûnên zêde cotkariya sebzeyan dikin. Kulaksiz dibêje; ev rêbaza firotina sebzeyan hêj nû ye û wî xwestiye ku hem sebzeyên organîk bifiroşe welatiyan hem jî bi wan zewqa çinîna bi destên xwe bide hîskirin.

Cotkar Aydin Kulaksiz ji K24ê re got: “10-15 sal in ku em li vir cotkariyê dikin. Sebzeyên me organîk in. Welatî tên bi destê xwe kom dikin. Bîstan li ser destê welatiyan e. Heger guh bidinê bîstan bîstanê wan e. Bi destê xwe dibjêrin, ne wekî li bazaran e; yên rizî nabin, yên baş û nû dibin.”

Buhayên sebzeyan li vê bazarê wiha ne; kîloya bacanên reş bi 3 lîre û nîv, bîber bi 2 lîre û nîv, bacanên sor bi 2 lîre û nîv, xiyar bi 5 lîreyan tê firotin. Bi taybetî welatiyên ku qûtê zivistanê hazir dikin berê xwe didin vî bîstanî. Li vê bazarê firoşkar jî bikir jî ji halê xwe razî ne.