Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Awusturya li Urdin û Iraqê kir

Di hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiya dostane û berfirehkirina peywendiyên di warê bazirganî û veberhênanê de hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22.09.2021 pêşwazî lê Balyozê Awusturya li Urdin û Iraqê Oskar Wustinger kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Awusturya de, tekezî li ser pêşxistina peywendiya dostane ya di navbera her du aliyan de û berfirehkirina peywendiyên di warê bazirganî û veberhênanê de hate kirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de, Balyozê Awusturya pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên Da'îş kir û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê bilind nirxand.

Her di vê civînê de tîşk hate xistin li ser gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinên meha cotmeha bê ya Iraqê û her du alî hêvî xwestin hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bibe sedemek ji bo baştirbûna rewşa giştiya Iraqê û pêkanîna xwesta welatiyan ya ji bo guhertinan.

Rewşa Şingalê û astengiyên li pêş asayîkirina rewşa Şingalê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.