Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê 800 gundên Herêma Kurdistanê vala bûne

Di 8 mehan de, 165 êrîşên asmanî, 274 guletop, 6 êrîşên serzemîn hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şer û pevçûnên artêşa Tirkiyê û PKKê ve li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 800 gundan vala bûne û bê xizmet mane.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de ragihand, şer û pêvçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiy de li sînorê Başûrê Kurdistanê, bûye sedema koçberbûna bi sedan welatiyan û ziyan gihîştiye can, mal û milkên wan.

Aşkere kir jî, ji destpêka îsal û heta meha Tebaxê ve, 165 êrîşên asmanî, 274 guletop, 6 êrîşên serzemîn hatine kirin, di encamê de zêdetir ji 800 gund vala bûne û bê xizmet mane.

Dîndar Zêbarî destnîşan kir, ti aliyekî niştimanî yan navdewletî destpêşxer nebûne ji bo gihîştina bi encamekê, ji bo qerebûkirina wan welatiyên ku mal û milkên wan wêran bûne.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxwaz kir jî, şer û aloziyên li navçeyên sînorî bi dawî bibin.