Vahap Coşkun: Gotinên Kiliçdaroglu dê li Tirkiyê deriyekî nû veke

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotibû ku ew di çareserkirina pirsgirêka kurd de dikarin HDPê muxatap bigirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di rojên derbasbûyî de gotibû ku ew di çareserkirina pirsgirêka kurd de dikarin HDPê muxatap bigirin. Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Dr. Vahap Coşkun, derbarê gotinên Kiliçdaroglu re got; daxuyaniyên Kiliçdaroglu dê di siyaseta Tirkiyeyê de deriyekî nû veke, Kiliçdaroglu dibêje; pirsgirêka kurd heye û siyaset neçar e vê pirsgirêkê çareser bike. Mafnas û şîrovekarê siyasî Mehmet Emîn Aktar jî da zanîn; girîng e ku CHP vê meseleyê qebûl dike, lê divê rê û rêbazên çareserkirinê jî rabigihîne.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de gotibû ku ‘HDP muxatabê meşrû ye’. Ev gotinên Kiliçdaroglu ji aliyê civak û siyasetmedaran ve bi awayeke berfireh tên guftûgokirin. Mamosteyê beşa hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê û şîrovekarê siyasî Dr. Vahap Coşkun got; ev demeke dirêj e desthilatdarî dibêje pirsgirêka kurd tune ye, di vê demê de Kemal Kiliçdaroglu dibêje pirsgirêka kurd heye, ev gotinên wî girîng in.

Dr. Vahap Coşkun ji K24ê re diyar kir: “Dema ku mirov li Pirsgirêka Kurd dinêre mirov dibîne ku sê-çar qad hene. Di her qadekê de muxatab jî ji hevdû cûda dibin. Pirsgirêk ji aliyekê pirsgirêka demokrasiyê, siyasetê û hiqûqê ye. Ev pirsgirêk di parlamentoyê de tên çareserkirin. HDP jî di parlamentoyê de cih digre û HDP muxatab e. Dema ku em behsa mafên kurdan dikin em dibînin ku kurd hemû muxatab in. Lê temsîliyeta herî mezin di destê HDPê de ye. Ji bo wê yekê muxatabê sereke HDP ye. Divê mirov vê yekê qebûl bike. Li aliyê din; pirsgirêka kurd, ne tenê pirsgirêka demokrasî an jî siyasetê ye; pirsgirêka çekan jî heye. Çek di destê PKKê de ne.  Heger hûn bixwazin vê meseleyê çareser bikin ji bo dest ji berdana çekan divê hûn bi PKKê re jî biaxivin.”

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, her çiqas HDP xwe wekî partiya Tirkiyeyê pênase bike jî ew di çareserkirina meseleya kurd de muxatab e û di parlementoyê de ye, ji vî alî ve aktorê meşrû ye. Şîrovekar tînin zimên ku, piştî têkçûna prosesa çareserkirina pirsgirêka kurd desthilatdarî gelek bi ser HDPê de diçe û dixwaze HDP bê girtin, di demeke wiha de muxatabkirina HDPê bo desthilatdariyê jî bersiveke. Mafnas û şîrovekarê siyasî Mehmet Emîn Aktar jî tîne zimên ku, pêwîstiya CHPê bi dengên kurdan heye û dixwaze ji niha ve helwesta xwe nîşan bide lê tenê kurd bi gotinan qaneh nabe.

Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re eşkere kir: “Her kes dizane ku di hilbijartinên li pêşiya me de; di hilbijartinên serokomariyê de dengên kurdan dê serokomar tayîn bike. Îro tu kes hêj nizane dê kurd piştgiriya kîjan alî bike. Gelo dê kurd bêdeng bimînin?  Kes nizane hêj.  Lê CHP meseleyê qebûl dike, ev ji bo CHPê gelek girîng e. Dibêje; em ji bo çareserkirina wê jî amade ne. Lê ji beriya vê, divê CHPê bibêje rê û rêbazên min yên çareserkirinê ev in, daxwazên kurdan ev in, me li ser şîroveyên xwe kirine û prensîbên me yên çareseriyê jî ev in. Divê CHP vê ragihîne.”

Li gorî gotinên şîrovekarên siyasî, gelek qadên pirsgirêka kurd hene û di van qadan de muxatab ji hevdû cuda dibin û tenê bi muxatabgirtina HDPê jî ev mesele çareser nabe; divê ji bo ku dest ji çekan berde PKK jî muxatab bê girtin lê belê ev gotinên Serokê CHPê girîng in. Ji aliyê din ve Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî ji Zindana Edîrneyê bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê twîterê got; HDP muxatab e û cihê çareseriyê jî parlemento ye.