Amerîka 70 otomobîlên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge kirin

Hevpeymaniya Navdewletî di alîkariya Pêşmerge de berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê 70 otomobîlên din ên gulenebir radestî Wezareta Pêşmerge kirin û ji bo rûbirûbûna terorê jî, di alîkariya bi Pêşmerge re berdewam dibe.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li Twittera xwe nivîsî: “Di çarçoveya bernameya piştevaniya darayî û biçekkirinê ya Amerîka ji bo rûbirûbûna DAIŞê de, 70 otomobîlên leşkerî yên gulenebir radestî Wezareta Pêşmerge bûn.”

Marotto tekez kir, ew bi alîkariyên xwe yên ji bo bihêztirkirin û biçekkirina hevpeymanên xwe di rûbirûbûna terorê, dabînkirina ewlehiyê û parastina dezgehan de berdewam dibe.