Çend pêgehên DAIŞê li Kerkûkê hatin bombebarankirin

3 endamên ser bi DAIŞê ve jî li gundekî Kerkûkê hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên asmanî yên Iraqî hejmarek ji pêgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin û 3 endamên wê rêxistinê jî desteser kirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, firokeyên F-16 û SU-25 şeva borî hejmarek şikeft û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Şay li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin, bêyî tu zanyarî derbarê ziyanên DAIŞê de belav bike.

Herwiha da zanîn jî, li nêzîkî gundê Xazir ê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hewalgîriya Leşkerî hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên hewalgiriyê, çekdarên DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çalaktir bûne, ji bo vê yekê jî, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniy ya Iraqê li hev kirine du lîwayên hevbeş ji bo dagirtina vala ewlehiyê pêk bînin.