4 zarok li Şehbayê di teqînekê de hatin kuştin û birîndarkirin

Zarokekê ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna bombeyekê li herêma Şehbayê de, zarokeke 8 salî ya ji koçberên Efrînê hat kuştin û 3 zarokên din jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî di encama teqîna bombeyek ji paşmayên DAIŞê li gundê Ehdas ê li herêma Şehbayê de, 4 zarok (Rolav Mihemed Elî 8 salî, Îsmet Teter 12, Mihemed Teter 6 salî û Zehir Teter 14 salî ) birîndar bûn.

Wê rêxistinê diyar kir, ji ber ku birînên Rolav Mihemed Elî giran bûn, ji bo nexweşxaneya Helebê hat veguhastin, îro jî canê xwe ji dest da.

Herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Dema artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Çileya 2018an de êrîşî ser Efrînê kirin, dora 150 hezar Efrînê li kamp û gundê wê herêmê bicih bûne.